Naveroka Hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê li gel bernameya Yek û Yek Siyaset ya televizyona TRT 6


KRP.org | |
17/11/2013
Serok Barzanî ji bo TRT6: Her demek amadekariyên Kongreya Neteweyî bi dawî hatin, kongre dest bi karên xwe dike û tê sazkirin.

Armanc ji vê serdanê piştgîrîkirine li pêvajoya aştî û qonaxên wê

Serokê Herêma Kurdistanê li bernameya Yek û Yek Siyaset ya televizyona TRT 6 de li Amedê eşkerekir bi sedema temam nebûna amadekariyan Kongreya Neteweyî ya Kurd hatiye paşxistin û her demek amadekariyên Kongreya Neteweyî bi dawî hatin, kongre dest bi karên xwe dike û tê sazkirin.

Birêz Mesûd Barzanî‌ Serokê Herêma Kurdistanê, li televizyona TRT6 ku li cihê mayîna xwe ya li Otel Green Park li Diyarbekir hate saz kirin, eşkere kir yekemcare nava bajarê Diyarbekirê de digerê û xweşhaliya xwe ji bo vê serdanê derbirî û got: "Min serdana Diyarbekir kiriye, lê belê yekemcare bi vî awayî li nava bajar de digerim û serdana cihên dîrokî yên vî bajarî dikim. Armanc ji vê serdanê piştgîrîkirine li pêvajoya aştî û qonaxên wê."

Di derbarê serdana hunermend Şivan Perwer ya Tirkiye got: "Eger Şivan Perwer berî 20 sal serdana Amedê kiriba wê demê dihate sêdare kirin, lê belê îro pêvajo hatiye guhertin û bi azadane vegeriya Amedê.

Serokê Herêma Kurdistanê di derbarê daxuyaniya berpirsên BDP ku ji bo çi li Newrozê serdana Diyarbekir nekiriye? got: "Min gelek dixwest li Newrozê de serdana Diyarbekir bikim, lê belê wê demê pêvajo cûdabû û îro jî pêvajo cûdaye, înşalla paşarojê de ezê beşdarî li Newroza Diyarbekir bikim, li gel berpirsên BDP hevdîtinan encam didim û gûh bidim nêrînên wan jî. Em bi her awayekî amadene piştgîriyê li qonaxa çareseriyê bikîn."

Di derbarê bi karanîna navê Kurdistanê ji aliyê Serok Wezîrê Tirkiye ve, Serok Barzanî got: Min gelek pê xweşbû ku Serok Wezîr Receb Tayyib Erdogan peyva Kurdistanê bikaranî ji ber ku eve naveke û li nav destûra Iraqa Federal de bi fermî hatiye pejirandin.

Serokê Herêma Kurdistanê di derbarê naveroka civîna li gel Serok Wezîrê Tirkiye got: Beşa serekiya naveroka wê civînê guftûgo kirin bû di derbarê qonaxa çareserî û pêvajoya aştiyê, her wiha pirsa Suriye û peywendiya navbera Bexda û Enqere.

Di derbarê Kongreya Neteweyî ya Kurd û amadekariyên wê û bi taybetî çend car paşxistina dema sazkirina wê kongreyê Serokê Herêma Kurdistanê got: Armanca Kongreya Neteweyî eweye Kurd bibê xwedî yek gotarê siyasî, ku aştî û birayetî û pêkvejiyane û piştgîrîkirina aştiye. Lîjneya Amadekarê Kongreyê li amadekariyên xwe de berdewame, paşxistina sazkirina kongreyê ji ber bi dawî hatina amadekariyan bûye û şaşî li wir da bû ku berî bi dawî hatina amadekariyan dema sazkirinê hate diyar kirin. Her demek amadekarî bi dawî hatin wê demê kongre dest bi karên xwe dike û tê sazkirin.

Di derbarê rewşa Suriye û helwesta aliyên Kurdan li Suriye birêَz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê got: Em hemû dizanîn gelê Kurd li Suriye ji mafê nasname hatibû bêbeşkirin, dema bihara Erebî destpêkir, min daxwaz ji aliyê Kurdan kir pêkve bin û her biryarek bidin em piştgîriya wan dikin tenê bi mercek ku bi pêkve bin û ji hevdû cûda nebin, lê belê mixabin partiyek bi tenê biryar dide û ewên din hatine dûrxistin, ji bo wê yekê em nikarîn bi vî awayî piştgîriya wan bikîn.

Her wiha got: "Roja 11 temmuza sala 2012 hemû aliyê Kurdên Suriye li Hewlêrê civiyan û peymanek îmza kirin, lê belê mixabin kar li wê peymanê nehat kirin, niha Kurd li wir bûye dû beş û partiyek bi tenê biryar dide. Ji bilî wan hemû tiştan jî em li hewlên xwe de berdewam dibîn bo ku ew bibin yek. Niha tenê partiyeke diyarkirî birêvebiriyekî ragihandiye û partiyên din têda ne başdarin. Ji bo wê yekê em piştgîriyê li wan nakîn, ji ber ku divê hemû alî bi pêkve biryar bidin, em ji bilî wê îdareyê piştgîriya navdewletî jî tûne. Eger rejîma Suriye li vê şerê de serbikevê wê îdareyê qebul nake û eger rikeber jî serbikevin bi heman awayî qebul nake. Ji bo wê yekê ez nabînim ew kar serkeftî be û li dawiyê de ziyaneke bi gelê Kurd li Suriye digihîne.





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 487