Hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel rojnameya El Heyat


KRP.org | |
06/04/2014
Rojnameya El Heyat a navdewletî li hejmara 18628 ê roja 05/04/2014 hevpeyvîneke li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê sazkiriye ku eve jî naveroka wê hevpeyvînê ye:

* Cenabê Serok li demek de navçeyên dewruberê Herêma Kurdistanê girî girtiye serê min ji hêminî û aramiya te sûrmaye?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Ji bo vê aramiyê spasiya xwedê dikin, eve jî vedigerê li ser wê rewşenbîriya ku gelê Kurd li ser de hatiye ku ew jî rewşenbîriya lêborînî û pêkvejiyana dûrî ji tolhildanê ve ye, me rûpeleke nû li gel xwe û kesên din hildaye, ku eve jî berhemê bi agahiya gel û dezgeha asayîşe.

* Gelo sedema wê, ne eweye ku rewşa Herêma Kurdistanê ji berê baştire?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Zelale baştire û em dixwazin zêdetir geş bikin, em dixwazin asayîş û geşbûn û hêlên kar dabîn bikin, em zanîngehên bi rastî pêşketî û geşbûyî dixwazîn.

* Eve çend saleke her dema ku serdana Iraqê dikim hest dikim zêdetir berev cûdabûnê ve diçe?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Bi mixabinî, piştî rûxana rejîma Sedam Husên me hewl da ezmûna Kurdistanê bibîn navçeyên dinê Iraqê, me daxwaz kir rewşenbîrî lêborînî bê piyade kirin û pend û ders li pêşerojê bê wergirtin, lê belê eve rû neda, bi mixabinî gelek ji wan hêviya xwe bi tolhildanê ve û tolhildana beramberê xwe ve bir, niha hesta metirsiyekî mezin ya li ser paşaroja Iraqê tê kirin.

* Metirsiya mezin li ser yekîtiya Iraqê?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Bi tekez, Iraq berev perçebûnê ve diçe. Hêvîdarbuyîn ku dîmen berevajî bûya, lê belê pêwîste li gel rastiyan reftarê bikîn, ne aramiyeke zêde hatiye holê, teror li navçeyên rojava belav bûye, hinek bajar li derveya desthilata hikumetê ne, terorîst bi eşkere çalakiyên xwe têda dikin.

* Gelo li Iraqê piştî Sedam pêvajoya siyasî şikest aniye?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Li ser rêya şikest anînê ye.

* Gelo ji bo çi hevdû têgihiştin di navbera pêkhatên Iraqê de sexte?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Ji ber ku helsukefta take kesî û nebûna baweriya bi demokratiyetê û qebul nekirina aliyên din heye, heta niha rewşenbîriya hukma take kesî tê piyade kirin, retkirina beramberê xwe dibê sedema pişêwî û tehdîd û pêkdadanê.

* Gelo hun bawerin ku rewşenbîriya hukma take kesî li Bexda bibe sedema yek ji sedemên hilweşana Iraqê?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Belê eve sedema serekiye, ev rewşenbîrî sedema bi cîh nekirina destûr û yek ji sedema hilweşandina Iraqe, her bi vê sedemê bû rêkeftinên me nehatin bi cîh kirin û dûrî kete navbera pêkhatên wê.

* Yek ji siyasiyan gotiye Iraq bi hebûna dû zilamên bi hêz yek li Bexda û yek li Hewlêr nagirê, gelo eve raste?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Ez bawerim hêza rastîn diviya gel û raya gel bûya, li ser berpirs pêwîste xwe bi baweriya xelk û rêzgirtina li destûr û saziyan bi hêz bike, rewşa niha ya Kurdistanê li encama hilbijartina raste raste, lê belê zilamê bi hêzê Bexda li encama tewafuqiya hêzên siyasiyane, êdî eger kar peywendî bi Hewlêr yan bi Bexda ve hebê, diviya axaftina dawî ya xelkê be û li ser saziyan da bûya, neku çarenûsa welatek yan navçeyek bi xwest û îradeya zilamek bê, eve karekî tirsnake û dîrok jî selmandiye têkçunên mezin li ser dikevê.

* Gelo hun bi piştgirî kirina Nurî Malîkî ya ji bo gihîştina bi posta Serok Wezîran ne poşmanin?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Nabê tu dadgeha qonaxekî derbasbûyî bi derxistineke niha ve bikî, li piştgirî kirina birêz Malîkî ne poşmanim, paşê em naxwazin vê babetê bixîn xaneya kesayetiyek ve, ew bûyer piştî eve rûdan.

* Gelo ji bo çi li navbera we û Malîkî da peywendiyekî kar li çarçêweya destûr de dirust nebû?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Bi sedema hebûna dû nêrînan ya li ser destûr û awayê hukimraniyê, renge ew wiha hizir bike pêwîste hemû tişt vegerin Bexda, eve jî li gel nêrîna me cûdaye û bi wê çavê temaşa Iraqê dikin ji dû neteweyên serekî neku take neteweyek pêkhatiye, gelê Kurd qurbaniyeke zêde daye nabê eve bê îhmalkirin yan ji bîr kirin, birêz Malîkî jî wiha bawere ew xwedî biryare û divê xelkên din pabendî biryarên wî bin, pabendiya wan xalan nebû ku destûrê ji bo Herêma Kurdistanê diyar kiriye, pabendiya wan rêkkeftinan jî nebû ku li ser pêkhatibûn, eve jî sedemeke.

* Niha artêşa Iraqê li Enbar dicengê, gelo we metirsiya ewe tûne ku rojek da bê hewla tembî kirina Herêma Kurdistanê jî bide?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Hêvîdarim kesek li Bexda bîr bi bikaranîna artêşê ji bo şikandina heybeta Kurdistanê neke, yan hewla bi zorê neçarkirina wê bide yan şerê milmilaneya îradeyê li gel dest pêbike, em bi tu awayekî bîr li vegerana ser zemena şer û kuştarê nakîn, ez ji tu artêşek natirsim, ewê jê ditirsim rewşenbîriya bikaranîna hêz û artêşe ji bo neçarkirina xelk, ew rewşenbîrî ji ber wê yekê karesatên derbasbûyî dûbare dike, min ditirsîne, hêvîdarim kes mucazefeyekî bi vî awayî neke, fermanrewayanêkî zêde ku xwedî artêşa mezin bûn vê yekê ceribandin, lê belê encama wê niha pêkhat, her hewlekî bi vî awayî bêguman şikest tîne.

* Çawa li wan rûdawên ku li Enbarê rû didin temaşe dikin?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Di destpêkê de derbirîna nerazîbûna li Enbar bi awayeke aştiyane serîhilda û daxwazên xwe yên rewa bilind kiribûn, xelk rûbirûyê kêmbûna xizmetguzarî û siyaseta cûdakarî û nedadweriyê bibûn ku mafê her hemwelatiyeke daxwaza mafê xwe bike, lê belê hikumet bi awayeke zû berev daxwaziyên wan ve neçû û hate dirêj kirin, hinek pêkdadanên serbazî serîhilda û tundutîjî pêkhat, eve jî hel ji bo terorîstan rexsand xwe bixin nava rêza xwepêşanderan û mijul bûn dest li ser qadê da bigrin. Rewş li wir daye dema tu dixwazî li terorîstek bidî ku xwe li nav bajarek veşartiye kesên bê gunah jî dikujî, li aliyeke din ve jî nabê bi tu awayek kar hêsanî ji bo terorîstan bê kirin, niha cûdakirina xwediyên daxwazên rastîn û terorîstan karekî sexte.

* Hinek wiha bawerin ku ew rûdaw derbirîna gengeşeya di navbera Şî'e û Sunneye, gelo dikarîn ji vê zêdetirbûna wan gengeşeyan perdepoş bikin?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Gelek kes dixwazin perdepoş bikin yan navekî din li ser bipêçin, bi mixabinî ew gengeşe ji kevin û nû ya xwe heye, pêwîstî bi siyasetekî jîraneye heta kontrol bike neku zêdetir tevlîhev bibe, berî demekî kijan taxa Behres li navçeya Diyale û Baqube kirdarên nexweşên mezhebî bi xwe ve dît bi wateya peyvekî, qesabxane ji aliyê her dû aliyan ve rûda û nabê bête perdepoş kirin.

* Gelo hun li wê baweriyê dane ku pêkve jiyan şikest aniye?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Bi mixabinî wiha mijule ku bibêjim belê, bi amenet ve em bi tundî bergiriyê li pêkve jiyana di navbera Kurd û Ereb dikin hewl didîn ew peywendî şikest neyne, gelek hewl jî ji bo mayîna pêkve jiyana Şî'e û Sûnne didin, lê belê rakirin li rastiyê de sûda xwe nabe, çareserkirina kêşeyan bi qebulkirina hebûn û rayên wan pêktê.

Bila hewldanên dîblomasiyan bixîn aliyek ve, pêkve yan mijule li navbera pêkhatan hebûna xwe nemîne ji aliyê kêm ve li navbera ewên desthilatê bi destve girtine yan ew grûpên rastiya karubarên wan nizanin, ez bawerim pêwîste peywendiya dîrokiya di navbera Kurd û Ereb bimîne, cihê gumanê ye û karesata mezin li wir daye hinek kes ji bo zêdetirkirina cemawerê xwe heta li hilbijartinan de serkeftinê bi dest bînin kêşe û girift li navbera pêkhatan tînin, pêwîste xelk ji wan kesên bazirganiyê bi demargîriyê dikin bêne hişyar kirin.

* Gelo hun pêşbîniya ewe dikin ku Erebên Sûnne ji xwe daxwaza pêkanîna Herêmek bikin?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Destûr wê mafê daye wan, ji ber wê yekê min tirsa ewe hebû piştî rûxana rejîm Şî'e û Sûnne berev şerê xwînî ve biçin, min hewl da bawerî bidim Erebên Sûnne ji bo xwe bîr li Herêmek bikin, ku wê demê dikaribûn hewla wê bidin, lê belê wan ret kirin, ji ber ku her bi bin bandora ewe da bûn ku desthilata Iraqê bi awayeke teqlîdî ji bo Sunneyan û derz bi qewareya wê guhertinê nekirin ku rûdabû, niha daxwaz dikin, lê belê niha kareke sext û aloztir bûye, wan daxwaz kir û Bexda jî ret kir.

* Eger Serok Wezîrê Iraqê biryara ragirtina şandina hemû darayiyên Kurdistanê da çi rû dide?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Ewî pêştir wê biryarê daye niha jî rewş bi vî awayiye, miyangîriya Amerîka li holê daye, derfetê bi wê miyangîriyê didin, ez bawerim birîna derameta Kurdistanê ceribandina şere, dibe ku tawana wê ji tawana kîmyabaran kirina Helebçe metirsîdartir bê, ji bo derketina encama wê miyangîriyê heta demekê radiwestîn, lê belê Herêma Kurdistanê li asta wê û berdewambûna destwestan yan wekî temaşeker ranawestê, bernameya me heye û plana me heye bi cîh dikin, hêvîdarim ew miyangîrî çareser bike û bi navê peydakirina çareseriyê heta dawiya rê dimînîn, lê belê eger rewş nehat çareser kirin her bi wî awayî namîne û hemû tiştek diguhere.

* Husên Şehristanî Cîgirê Serok Wezîr yê karubarê uze û enerjiyê Kurd bi dizîna nefta Iraqê tawanbar kir?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Gotineke neşîrîne û diviya nehatiba gotin yan jî çavkaniya wê kesekî xwedî berpirsiyar nebûya, birêz Şehristanî Kurd û dîrok û xebata wî jî baş dizane, ewê li warê uze û enerjiyê da dikîn bi awayeke eşkereye û li çarçêweya destûrê de encam didin, eger ewan xwest bi wî awayî bibeyvin bersîva wê eweye: Eve sed sale nefta Kurdistanê talan dikin, eger nefta Kurdistanê nebûya Iraq piştî şerê yekemê cîhanî ku Ingilîzan dirust kir nedikarîn xwe li ser piya rabigrin û bimînin.

* Mebesta we nefta Kerkûke?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Bêguman belê, ez hez nakim bi vî awayî bipeyvim, lê belê nabê ew jî bi vî awayê xerap li gel Kurd de bipeyvin.

* Gelo daxuyaniya Malîkî ya li piştî kuştina rojnamevanek ku bi destê efserekî Kurd ya li ser pasevanê Serok Komar we aciz û tûre kir?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Rûdaw cihê gumanê ye û tawan jî cihê şermezar kirinêye û pêwîste dadwer bi cîh bike, ku binpêkirina pasevan ku ji Pêşmerge pêknehatine, zanyariyeke minê zêde li ser tûne, lê belê ew tawan hatiye şermezar kirin û eger tawan bi destê enqest yan bi sedema şerê axaftinê rûdabê, pêwîste dadgeh axaftina xwe bikira neku Serok Wezîran biçê wê cihê û li ser şaşe û ekranan bibêje: Ez xwîngirê wî me û xwîn jî li beramber xwîne, ne dibûya vê axaftinê li zimanê Serok Wezîr ku xwîn hilgirê hemû Iraqiyane derbihata, êdî li van çend salên derbasbûyî de zêdetirê çar sed mamostayên zanîngehê hatin şehîd kirin, êdî kî xwîngirê wane?

* Mebesta we ewên hatine teror kirin?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Belê zêdetir li çar sed kes hatine terorkirin, êdî paqijiya mezhebî, kî xwîngirê wan qurbaniyane? Eve gotineke gelek tirsnake eger bi vî awayî li gel me bipeyvin û me tehdîd bikin, gelo dixwazin em jî bipirsîn kî xwîngirê (182) hezar Kurde ku li helmetên enfal û (5) hezar Kurd ku zêdetirê wan jin û zarokên Helebçe bûn, hatin kuştin? Êdî kî xwîngirê (8) hezar Barzaniye ku bi zîndî li çolên başûrê Iraqê li gorên bi kom de hatin binaxkirin, êdî kî xwîngirê (12) hezar lawên Kurdê Feyliye ku li zemenê Sedam hatin destgîrkirin û niha jî çarenûsa wan nediyare? Em naxwazin xwîn li beramber xwîn, ji ber ku me got rûpeleke nû hildidîn, ew dema artêşa Sadam li Kurdistan rûxa, aliyê me malbatên şehîdan mîhvandariyê serbazên wan kir û tola xwe ji wan hilnedan, em bi vegera ser zimanê xwîn û tolhildanê razî nabîn.

* Hilbijartina Parlemena Iraqê li dawiya vê mehê tê kirin, gelo guhertinek dê pêkbê?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Hêvîdarim hilbijartin birêvebiçê û dikarê guhertinê li pişt xwe da bîne, em li gel encamdana wê dane li sat û dema xwe da, eger hemû hêz li ser bernameyekî diyarkirî pêkhatin, dikare guhertinek pêkbîne.

* Gelo dibe ku piştî hilbijartinan hun piştgîriyê li mayîna Malîkî ya li piştî hilbijartinan bikin?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Carê bila li benda encama hilbijartin û helwesta hêzên din bikîn, ez naxwazim kêşe bi kesayetî bikim, ez ji aliyê xwe ve rêz li Malîkî digrim û niha jî li gel da bê hevrê û birayê mine, nakokiya me li ser çawayiya awayê hukim û wan reftarane ku li birêvebirina dewletê de pişt pê dibestê, kêşe ne kesayetî ye, heta eger ewê piştî wî jî li ser heman rêbaza wî çû, tenê li dijî mayîna wî ranawestîn û belku renge hemû tişt bêne guhertin.

* Hinek kes Malîkî bi wê yekê tawanbar dikin pêkhatên din dixe ber egerê sext: yan destemoy bin yan lê cûdabibin?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Diçime nav krokiya babetên nakok, li rastiyê da budçe û kêşeyên din eger îradeya siyasî hebê dikarê bêne çareser kirin, lê belê tirsnaktirîn tişt eweye hinek xewn bi şikandina heybeta Kurdistanê û destemokirina bin fermanrewayî ya take kesek li Bexda dibînin, bi eşkere eve mehale rûbide û çok danaynîn û rê bi kesek nadîn heybeta Herêma Kurdistanê bişkîne yan li kerameta rûniştvanên wê kêm bike, eve krokiya kêşeye, bersîva xwe li risteyek da kom dikim, nabîne paşko û pêvek, hevbeşî bi serçavan, hevpeymanî bi serçavan, lê belê ne berê û ne jî niha nabîn pêvek û paşkoya tu kesekî, wekî hevbeş dimînîn lê belê neku wekî paşko û pêvek.

* Gelo Suriye vedigere li ser pêvajoya xwe ya berê?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Ez bawerim mesele gelek sexte û li heman demî de nîgeranîn ji wê yekê ku dibînîn Suriye bûye rûbara xwîn û rojane ev dîmenên sext têda dibînîn û ez bawerim vegerana berê êdî tiştekî ne hêsane.

* Hun bawerin Suriye ji hev cûda bibe?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Pêvajoya niha rêyekin ji bo vê hilbijardeyê

* Wiha diyare ku Suriye girifta pêkvejiyana di navbera Sunne û Elewî û Kurd û Erebî heye?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Suriye niha ji hev cûdaye, desthilata vî welatî kontrola beşekî kiriye û navçeyên din jî hêzên cûda cûda û teror jî cîhê xwe heye.

* Hun bawerin ku sînorê dewletê hatine şikandin? Daîş li Iraqê ve diçê nav Suriye û Hizbullah li Lubnan ve û çendîn welatên din jî hebûna xwe têda heye?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Eveye rastiya pêvajoyê, Suriye bi awayeke kirdarî ket û pêkhatên vî welatî dixwazin her yek ji bo xwe û mezintirîn beşê vî welatî li dest bigrin.

* Hinek kes wiha bawerin rûxana pêkvejiyan û rûxana sînor pal bi her grûpek dikin bo ku li Herêma xwe da cîgîr bibin?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Hemû ew qewareyên li piştî cengê duyemê cîhanê dirustbûn dikarin ji hev cûda bibin û li hev bigrin heman rewşa berê, take çareserî eweye ev dewlet baweriyê bi prensîpên demokrasî û hevbeşiya rasteqîne hebê nexwe têk diçin, cîhan hate guhertin û gel li rabûnê dane û kesek nikarê tu kesek jî nikare tu tiştekî neçar bike û kesek qebûlê zulm û îhmalkirinê nake.

* Wekî Herêma Kurdistanê we tu palpiştiyekî serbazî pêşkêşî Kurdên Suriye kiriye?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr, li destpêka rûdawan da min çendîn kes û alî û kesayetiyan dawetkir û min pêşniyara ewe kir li jêr yek sêwan û çetir da kar bikin û wan desteya bilind pêkanî û ji me re gotin her çi biryar bidin bi yekgirtî em piştgiriyê lê dikin û min pêşniyara ewe jî ji bo wan kir ku xwe hilnequrtênin nava şer û giriftin çunke kesên din li dijî wan handide, lê belê bi mixabinî niha wan nakokî li nav xwe da heye, lê belê em bi giştî piştgiriya wan dikin ji bo yekbûn û yek helwestî, me tu piştgiriyeke serbazî nedaye wan, ji ber ku ev mesele karvedaneke yasayî li ser Herêma Kurdistanê da dibê.

* Gelo Îran û Tirkiye li ser nakokiyan anîne ser axa Kurdistanê, gelo zext û guşar li ser we heye?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Bi xweşhaliyê ve û gelek bi emanet û baweriyê ve dibêjim, peywendiyên me li gel Tirkiye û Îranê hevsengin û li pêşketinê dane û tu guşarek li ser me tûne û eger hebê jî qebûl nakîn û çi dûr bê yan nêzîk tu kontrolek ji tu welatek ve qebûl nakîn.

* Bi Amerîka ve jî?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Belê, ma ew ew hemû xebat û qurbanîdana gelê me ji bo bindestiyê nebû.

* Li Eylûla derbasbûyî tûşî kirdarekî terorîstî hatin, ew terorîst ji ku ve hatine nava Kurdistanê?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Me zêdetirê 230 hezar koçber ji hemû beşên Iraqê da heye û me kirdariyên bi hêz ji bo berqerarkirina asayîşê li ber girtiye ku Kurd û Ereban li xwe digre û hinek Ereb gileyiyên xwe hebûn û me jî kirdariyên xwe siviktir kir. Hinek aliyên terorîstî bi Da'îş ve wê derfetê dîtine û daxilê Hewlêr bûn û nêzîkî şeş mehan agahdarî pêvajoya bajar bûn û paşê 4 terorîstên xeyrî Iraqî wê kirdarê bi cîh kirin û hatin kuştin, nêzîkî hefteyek jî da Dezgehên Asayîş terorîstan destgîrkir û berpirsê torê reviya Suriye û destgîrkiriyan wê yekê qebulkirin ku ew ser bi Da'îşin û bi tenê serokê torê bi xwe dizanê nasnameya wan çar terorîstan çiye.

* Tu kurê serkirdeyekî xweşdiviyê Kurdî, lê belê ewê te kiriye, wî nekir, gelo kur pêşbazî û kêbirkêya bavê xwe dike?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Şanaziyê bi wê yekê dikim ku kurê Mela Mistefa Barzanî me, ew sembolê gele û li ser destê wî fêrî gelek tişt bûm û ez xwendekarê wî me û beşekî zêdeyê jiyana xwe min li gel wî bi ser bir, lê belê şanaziyê jî bi kesayetiya xwe û dîrok û rêbaza xwe û kirdarên xwe jî dikim, bûna mina kurê Mela Mistefa derfetekî zêde bi min da û gelek yarmetiyê da min û min karî baweriya xelkê werbigrim û ewê li şiyana min dabû min pêşkêş kir, pêvajo li serdema bavê min li ruyê herêmî û navdewletî ve jî cûda bû, lê belê ewê hatiye dest bingeha wê xebata Mela Mistefa Barzanî bû.

* Eger Seddam nerûxabuya Herêma Kurdistanê dibû?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Bila vegerîn destpêkê, eger Seddam Kuwêtê dagîr nekiribuya Amerîka û Rojava li dijî wî ranediwestan, cîhan hemû agahdarî êş û jana Iraqiyan bûn bi taybetî Kurd, lê belê ji bo rêzgirtinê li rastî dibêjîn Seddam bi bê tedexula Amerîka nedirûxa, hevrik û opozîsyon xwestin vê karê bikin, lê belê nekarîn û me jî nexwest tenazul bikin û çok deynin, ji ber ku şer çendîn salên gelek dirêj dikêşa.

* Çawa temaşa serkeftina Erdogan ya li hilbijartina Bajarvaniyan de dikî?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Bi germî pîrozbahiyê lê dikim û ew hêjaye, pêwîste pêvajoya aboriya Tirkiye li dema pêş Erdogan û piştî hatina wî ya ser hukim baş bête temaşe kirin.

* Êdî di derbarê pêvajoya aboriya Herêma Kurdistanê?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Girift û zehmetiya me hene ji ber kirdarên Bexda, em derfetê bi miyangîriya Amerîka didin û eger ev derfet encama xwe nebû wê demê mafê me heye em gelek tişt bikin bibêyî pişt bestin bi Bexda.

* Gelo eger Bexda hemû tiştekî birî, Herêma Kurdistanê dikarê tenê bi dahatên xwe bijî?

- Serokê Herêma Kurdistanê: Hewl didîn negihîn wê astê lê belê eger Bexda her li ser helwesta xwe mikur bû bêguman me birêkî zêdeyê neft heye eger me firoşt em dikarin bibêyî pişt bestina Bexda berdewam bibîn.








SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 460