Mesrur Barzanî Û Cîgirê Wezîrê Parastina Emerîka Civiyan


KRP.org | |
09/01/2009
Li çarçêweya seredana xwe ya li Emerîka û li çend rojên derbasbûyî da, Serokê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî li baregeha Wezareta Parastina Emerîkayê li gel Cîgirê Wezîrê Parastina Emerîka Gordon England civiya.

Li vê hevdîtinê de gengeşeya pêvajoya Iraqê û bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî kirin. Mesrur Barzanî ji bo rizgarkirina Iraq û Herêma Kurdistanê ji destê rejîma dîktatoriya Bees spasiyên xelkê Kurdistanê ji bo Wilayetê Yekgirtiyên Emerîka dûpatkir.

Serokê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê hêviya wê yekê jî xwest ku Emerîka li piştgîrî kirina Herêma Kurdistanê û hemû ew destkeftên desturî û demokratiyên li Iraqê da hatine holê bi berdewam bibe.

Di derbarê pirsa Kerkûkê ve, Mesrur Barzanî helwest û boçûna Serokayetî û xelkê Kurdistanê ji bo Cîgirê Wezîrê Parastina Emerîkayê şîrovekir û ragihand ku divê hemû aliyek bi rêya çareseriya desturê û cîhbicîh kirina maddeya 140ê girêdayî bin.

Gordon England ji bo hevdîtina Mesrur Barzanî xweşhaliya xwe derbirî û helwesta Emerîkayê dûpatkir ku herdem piştgîriya Iraqekî Demokratîk, Desturî û Federaliyê dikin û di derbarê Kerkûkê jî ve ragihand ku ew piştgîriya li rêya çareseriya destur û yasayiyan dikin.





SOURCE:: KRP.org PAGE HIT:: 3225