Li peywendiyekî telefonî da Serok Barzanî û Seyîd Muqteda Sedir pêvajoya siyasiya Iraqê guftûgo kirin


KRP.org | |
06/04/2014
Îro yekşem 06.04.2014 li peywendiyekî telefonî da Serok Barzanî û Semahetê Seyîd Muqteda Sedir pêvajoya siyasî û pêşhatên siyasiyên dawî yê Iraqê guftûgo kirin. Her wiha behsa pêvajoya xeraba emnî kirin ku zêdetirê navçeyên Iraqê li xwe girtiye û her dû alî hêvî xwestin Iraq li vê qeyranê da bi zûtirîn dem rizgar bibê.

Her li vê peywendiyê da her dû alî tekez li wê yekê kirin ku pêwîste hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê li keşûhewayekî aram û li dem û wadeya diyarkiriya xwe de birêve biçê. Hêvî jî xwestin gelên Iraqê bi coşî ve beşdariya hilbijartinê bikin bo ku ew guhertin rû bide ku hemû aliyek daxwazê dikin.





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 129