Serok Barzanî li gel Serokê Bajarvaniya Mezina Amed, Parlementerên Kurd yên li Parlemena Tirkiye û siyasetmedarên Kurd re civiya


KRP.org | |
17/11/2013
Îro yekşem 17.11.2013 li çarçêweya serdana xwe ya fermî ya Amedê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Osman Baydemîr Serokê Bajarvaniya Mezina Amedê û Parlementerên Kurd li Parlemena Tirkiye û siyasetmedarên Kurd re civiya. Paşê li civîneke rojnamevaniya hevbeş de her dû rêzdar tekez li ser piştîvanîkirina pêvajoya aştiyê kirin û Serok Barzanî balkişand li ser mebesta serdana xwe ya Amedê, ku tenê ji bo pêşxistina pêvajoya aştiye û bi vî navî spasî hengavên Abdullah Ocalan û Erdogan jî kir.

Serokê Bajarvaniya Amedê jî bi xêrhatina Serokê Herêma Kurdistanê kir û got: "Îro li Amedê rojekî dîrokiye. Amed mala Barzaniye û Hewlêr û Mahabad jî mala hemû Kurdane. Serokê Bajarvaniya Amedê hêvî xwest ku ev serdan bibê sedema birayetî û tebayî ya navbera gelê Kurd‌ û got: "Barzanî her wekî Abdullah Ocalan û Receb Tayyib Erdogan cihê destê xwe bi pêvajoya aştiyê de diyare".

Paşê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê spasî bi xêrhatina Baydemîr kir û got: "Hatina me ya Amedê bi mebesta pêşxistina pêvajoya aştiye, em hatîne silavên gelê Kurdistanê li Başûr bigihînîn Amedê, hatîne bibêjîn em gelekî aştîxwazîn û destê aştiyê ji Tirk, Ereb û Fars re dirêj dikîn.

Barzanî li civîna rojnamevaniyê de spasiya hewlên Abdullah Ocalan rêberê zîndankiriyê Partiya Karkerên Kurdistanê û Receb Tayyib Erdogan Serok Wezîrê Tirkiyê yên li warê hewl û hengavên wan yê pêvajoya aştiya li Tirkiyê kir. Serok Barzanî daxwaz jî kir gelê Kurd ji bo gihîştina aştiyê bi sebir û aram be û got : Pêvajoya aştiyê dem dixwaze. Ewlewiyeta karê me tebayî û rêkkeftina gelê Kurde. Li dawiya axaftina xwe de Serok Barzanî berê xwe da Baydemîr û got: Belê Amed mala meye, Hewlêr jî mala weye. Eve jî naveroka civîna rojnamevaniya hevbeşe:

Serokê Herêma Kurdistanê: Rêz û teqdîr dişînin ji bo hengavên birêz Serok Wezîr Receb Tayyip Erdogan û birêz Ocalan, ku xizmetê bi pêvajoya aştiyê kirine

- Ewlewiyeta karê me rêkkeftina gelê Kurde, ji ber ku eger Kurd teba û yekgirtû bin dikarin xizmeta xwe bikin

- Ez bi dil û can hez ji Amedê dikim, belê kak Osman Amed mala me ye û Hewlêr jî mala we ye

Gelek gelek spasiya birayê birêz Osman Baydemîr dikim, ez gelek dilxweş û xweşhalim, ku ev derfet ji bo me hate pêş û li xizmeta birayên xwe yên ezîz bibîn. Hatina me ya Amedê, em hilgirê peyama aştî û birayetiyêne. Her wiha em hatîne piştevaniyê li pêvajoya aştiyê bikîn. Eme hilgirê silavên gelê Kurdistanê ne ji bo gelê Tirkiye bi giştî û silavên Hewlêrîn bi taybetî ji bo Ameda delal. Dixwazim bibêjim em gelê Kurdistanê gelekî aştîxwazîn û destê birayetiyê ji bo birayên Tirk, Ereb û Faris dirêj dikîn. Her wiha gelek rêz û teqdîrên xwe ji bo hengavên birêz Serok Wezîr Receb Erdogan û birêz Ocalan re dişînin, ku xizmetê bi pêvajoya aştiyê kirine. Em bi hemû hêzek ve piştevaniyê li pêvajoya aştiyê dikîn, hêvîdarîn gelê Kurdistanê sebir û tehemula xwe hebê, ji ber ku pêvajoya aştiyê pêvajoyeke pîroze, lê belê ne asane, ew destkeftên bi aştî bi dest tê bi rêyên din pêk nayên.

Dixwazim gelek bi eşkere bibêjim ewlewiyeta karê me rêkkeftina gelê Kurde, ji ber ku eger Kurd yekgirtî û teba bin dikarin xizmeta xwe bikin û dikarin baştirîn peywendiya birayetiyê li gel birayên Tirk û Ereb û Fars girêbidin. Em wiha dibînîn ewê doh li Amedê rû da destpêka dîrokeke nû ye. Hêvîdarîn ev hengav berdewam bê û aştî teha rêye ji bo gihîştin wan armancan ku dehan sale li xebatê dayîn û me qurbanî ji bo daye. Amedê cîheke pîroz û azîze. Eve yekemcare ez bême nav bazarê Amedê, ez bi dil û can hez ji Amadê dikim, belê Kak Osman Amed mala me ye û Hewlêr jî mala we ye, înşalla her li xêr û xweşiyê da dibin û înşalla jî aştî ser dikevê. gelek spas.

***

Osman Baydemîr Serokê Bajarvaniya Mezina Amed: Cenabê Serok ez gelek xweşhalim pêşwaziyê li we dikim û îro li xizmeta we da me. Wiha dibînim ev serdana we dibê bingeha rêkkeftina hemû Kurdan. Hemû medya û dinya jî dîtin ku îro li Amedê rojekî aştiyane bû.

Cenabê Serokê hêja bi xêr û bi xweşî û ser serê min û serçavê min hatin Bakûrê Kurdistanê, îro Serokê Herêma Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê, li bajarê xwe, li bajarê kevin û bajarê Amedî, cenabê Serok ez gelek xweşhalim pêşwaziya we dikim û îro li xizmeta we da me. Her wiha niha hemû aliyên siyasî û sîvîl civiyane bo ku bigihîn rêkeftinek, destê rêkkeftin û birayetiyê dirêjî hevdû bikîn, li wê baweriyê da me çawa bi xwedayê mezin bawerdikim, bawerim bi rêkkeftin jî heye, li sedsala 21 de bi rêkkeftin û xebat bibê sed sala azadiya mîlletê zulmlêkirî, her wiha bi destûra we daxwazeke min ji hemû birayên Tirk, birayên Ereb û birayên Faris heye ku rêkkeftina Kurdan, yekîtiya Kurdan û dostên navxweyî jî, eger Kurd rêk bin tu metirsiyek li ser tu mîlletek tûne, Kurd yekgirtî bin îşnşalla rojhilata navîn bi aştiyê digihe, rojhilata navîn gihîşte aştî înşalla mîlletên Ereb û Tirk û Faris jî bi demokrasiyê digihin, li wê baweriyê da me îro rojekî dîrokiye.

Her wiha bi cenabê Serok re dibêjim Amed mala cenabê Seroke, her wiha Hewlêr mala hemû Kurdane, her wiha Qamişlo mala hemû Kurdeke, her wiha Mahabad mala hemû Kurdane, li wê baweriyê da me û wiha dibînim ku ev serdana we bibê bingeha rêkkeftina hemû Kurdan, pîroz bê û bi xêr û xweşî bên, hêvîdarim mîlletê Kurd bi rêya aştiyane bi maf û azadî û aştî û demokrasiyê da be.

Carekî din bi xêr û xweşî û ser seran û serçavê min bi xêr hatin bajarê xwe, bajarê Amedê, her wiha hemû medya û dinya jî dît ku îro li Amedê rojekî aştiyane bû.

Cenabê Serok rê bidin min li newroza sala 2013 da, daxwazî û daxuyaniya cenabê Serok Ocalan rêya pêvajoya aştî li Tirkiye xisterû, her wekî Serok Wezîr Erdogan û wekî hemû kesek xizmetê dikin, ez jî wekî mirovek û zarokeke Kurd spasiyên xwe pêşkêş dikîn, her wiha rêz û hurmetên xwe ji bo Mistefa Barzanî yê nemir, hate Mazlum Dogan û Sakîne Cansiz û hemû şehîdên Kurdistanê pêşkêş dikîn, înşallah paşaroj ji bo aştî û birayetiyê dibê. Bi xêr bên û ser çavan.





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 473