Dirûşma SHK


KRP.org | |

Diruşma Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji Heloyekî balên belaviya zêrîn li nav bazineyeka rû yê alaya Kurdistanê de pêkhatiye.

1- Helo bi giştî nîşaneya hêz û serbilindî û azadperweriya neteweya Kurd û dîroka dêrîne.

2- Rengê zêrîn nîşaneya dewlemendiya Kurdistanê bi serwet û çavkaniyên xwezayî (Samanên Sirûştî).

3- Çar beşên her balêka Heloyê nîşaneya çar parêzgehên Kurdistanê ne.

4- Heta weke nîşaneya hilhatineweya şaristaniyeta dêrîna Kurdistanê û bîst û yek tîşk jî amaje ya bo cejna Newroz ku serê sala nû ya Kurdiye li 21 Adar û çar tîşkê serekî jî nîşaneya her çar pêkhatiyên Kurdistan in – Kurd û Tirkman û Kildan û Aşur.

5- Dû stêrkên li ser bazinê ku yek ji wan li aliyê rastê Heloyê û ewê din li aliyê çepê ve hatine çespandin, amaje ya Kurd û Ereb wek dû neteweyên serekiyê Êraq dike.

6- Li ser wê bazinê bi zimanê Kurdî hatiye nivîsîn (Serokayetiya Herêma Kurdistanê ) û li xwarê jî bi zimanê Erebî (Raîs Iqlîm Kurdistan).



PAGE HIT:: 9447